Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Selamî Esen

Selamî Esen

2 görüntülenme 0 beğeni
i. (hê xwe ji derincikên maliştî bernedayî xwarê peyvên xwe xistin di kûrika xwe de û dest bi rêveçûna qîjewîjiyê kir) Tava hilor xwe li ser çermên spî rehet dike, lambeyên kûçeya stûkurkpelixî û qorzî cenabet, bêguman, kuştiyên berkaniya zarokên nehs in; sekingehên bêbranda di berê gemariyê de radizin, erebokên tekelfisikî bi zengariyê re şa dibin, otobusên kinczer zîtikan li trafoyên bêdirûşme didin, trîpleksên şaneşînşêt xewarên araqa şevê ne, dilavêtinên mizilmewta aşxaneyan, kebizîna kurrederên fast-foodî... Li hêviya nimêja êvarkî ne hemû parsekên duafiroş, li ser peyariyên hilû û asfaltên îska mirinê -helbet- toz û dews zarokên bîjî ne. Jorbihurka bêbask teşkên xwe yên derincikî dirêjî li tenişta dibistana alsor kirine. Ji zikê hêroyan darişîne hemû kavilên tilyakkêş. Marketên gudgude destên wî maç nakin. Navenda ragihandinên qutşebeke hê pirsa paşnavê keçaniya diya wî jê dikin. Tanqên xakî û TOMA 1 yên bîberhez li tenişta kolanên xemilandî bêhna xwe -ya geflêxwarinê- bi xewlekirina xaçên dibinçengde vedidin, gêzikvanên qetxepêlan tev de stûxwar in. Tabela bi daçekên bêtewang, afîş bi navdêrên bêzayend, bîlboard bi tîpên nehilmî û bi grafîkên derhunerî xemilîne. Deyndarê ceryana avkurdistanî, fatûreyên avşêlo, bergê pirtûkên postmodern û bêperîya sewdaya xwe bû. ii. (“Ku te welatek azad hebe tu wê hingê azad î kurê min..!”) Li vî rikobajarî, sebî û tifalên awêneyî, xwêhdana li ser eniya çiyê bi keviran paqij dikin. Di hewşa gûzşikandinê de ergaz dibin çilo û qaşilên bermayî. Pê re, sîxik û şûjinên dirûtina kîsên barê nalebariyê, di destî de Zarokên Ber Çêm, ew tîrata veavakirina bercestên pexşanî. Nexwe ewqas ne dûr in keleporkarên ku qiloçên çêleka zerî badidin, nexwe ewqas ne dûr in şêx û mişayêx, şêrgele û pilingên ku çingîniyan ji kuçên serseng ên deqê tînin, nexwe ewqas ne dûr in karkerên helek, xerc û siwaxkirina wêjegeha ku xewnan didêre. Nexweşiya sereke şarengîzên xwerû dîbaceyî ne, lewma sîwan li serê lambeyên trafîkê dadikin. Nexweşiya sereke şarengîzên xwerû dîbaceyî ne, lewma notirvanên dewletê xewlexaneyên mîtralyozî ne. Nexweşiya sereke şarengîzên xwerû dîbaceyî ne, lewma sebkerên şevê di berê telefonan de radizin. Nexweşiya sereke şarengîzên xwerû dîbaceyî ne, lewma îxbarên bêdozger rikên xwe li şûnikên hiriya Çemê Karê tînin. Di cizdana bêwêne de alên xwedîesman kedima wî li rex bankayên çîroknezan dikin. Kaseta xwe ya kedê danî li ser teyba bankamatîkê. Di dîmenderê de hew hevokek baneşanî: “Di hesabê we yê moxana helbestan de nîn e ti welat ji bo arimîna hicranê!” iii. (li Parka Fêrikê Ûsiv, li bin dara fisteqê akademîsyena Zanîngeha Reşîdê Kurd bi kurê xwe yê du salî re vedihese) Ji ber ku sîkutkên vê hewzê bi ava asikên dilqewzî tên nîgarkirin, ji lew re jî Rîtsos bêhna xwe li wan diqewirîne; du kevokên asûde li ser peykerê hesinkariyê dixwînin, ev bîrdariyên hilû her êvar bi pelçimên daretûyê serê xwe dişûn û cilên xwe yên stêrkî li xwe dikin. Jêrxana jîna te şiyandar, jorxana jenyariya te jûndar e; lew ji Olîmpiyatên Tebaxê re sê meh Rojbaş mane, kurê min! Bi kinoşikên porheyv maliştina berikên xetxetî çêjdartir e, kindir û werîs bûne benên kişkana te, li ser sehpeyên şermoke tu yê -bi hesabê dildariyê- kenên xwe bikişkînî. Pezkûviyên bajarî ji afirrên helbestî avê vedixwin, balaxaneyên ewrhez nikarin xwe li ber evîna ala rengîn û esmanê rût bigirin. Cenanên cinîna vê parkê lorînên min ên bi esl û bi cinas in, kurê min! Ji risteyên bavê te hatiye ajotin zeviya ku dilopên xweşbîniyê li te diwerandin. Ji risteyên bavê te hilhiliyê zikê ku te tê de malomalo dileyîst. Pîgmenta tabloyên eniya te xwe ji şafirên kitsch 2 î bi keskesoran parastiye, awirbaziyên peykerê mûlajî bi peşkên zêravê hetka toz û telêzê dibin. Bes tê çarlepkan biçî êdî û çîrokên Elo Dînoyê Nehs bimijî. Mekûkên mehtika te ji pênûsên beyanîhez welidîne, kurê min! Navê xirxiroka te Rindo, tetên te germ, pepên te sivik, bersinga te: “Êleee, hayêêê, bavo çûye kayêêê, xewa bebîşok nayêêê...”

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Selamî Esen şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz