Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Selamî Esen

Selamî Esen

2 görüntülenme 0 beğeni
Serdema Pêşîn a Şkeftê Hawar ji dest evînê Ez tu watu yek dil wîn /Borazboz/ di ber zagên tûj û asê re bi Nîsêanên eslî siwar dibûm sifinê me bi du alî govendê digerand sergovend Magên me yên dilêr bingovend bengiyê te yê dilziwêr di êvarên zarşêrîniyê de Kandîsê min li her quncikê kolika min jî dixemiland em pev re diçûn dirûna dêxil dasên me tûj û sincirî bû stranên me yên Ekbatanî û Botanî jî dibûn pale ji bo rûyê te yê bengîn ezimandina şîva li qesrê qesirbendiya xewnçêker şîva xwexwarinê û ji bîr nedibû ti carî awirên te yên ji şûrê Keyakserî welidîn Serdema Navîn a Şkeftê Bi dengekî zincewî li dijmin bike qîr, Bê bakî xwe li nav wan da bihêjîne. / Baba Raxî Hemedanî ne ji xewnereşkên Elendor be ti carî nedibûm notirvanê qesran li ûlemayên pabûs nediketim kirr li Heleban nedibûm sofiyê jihişçûyî ji bo qelenderê sîngê te ji bo qoqa serê min barûyên werîsî ava dikirin cêlî nedibû laşê min ê agirperwer ez sofiyek jihişçûyî sofiyê ji terîqetan vederbûyî tu sindirbotana li nav rûpelên pîrozwer sindirbotana li nav xerzikên dilawer ji bo dêrîniya te şeraba dilê te vedixwim ji bo zêrîniya te hibra ramanên te ditamijim pirsa min zehmetiya zivirîna dinyayê mirina min vekişîna silûkê li hêviya te me sînesûja dildarî helwesta min diyalektîka Zerdeştî Serdema Nû ya Şkeftê "Taseke ji ava zelal nadim bi Hewzê Kewserê Levhatina Qesra Şêrîn, jê nabînim tu meferê Piştî roja me bû tarî mirin xweş e ji emberê" /Ehmedê Xanî/ çeşna tabloyên mirhovî radixim li nav bîbikên te zîbende û nazendeya tacegul xwe bi behrê dipêçe bila hay jê nebin xewasên temamkirinê ez dibêm tune ji koşk û seraya te bilindtir zîn û girr firqetên arîstokrat min ji banûtiya te diqewitînin: bêganeyên deşta eniya te ne ded û dirrinde jêk re dibin tixûbên qesasiya xakkuştinê rêlên sewriyê xwarûvajî, zêrê civatê kilam (e) kenîşteyên serşikestî, dêrên kavil dê hebe ayendeya zarokên esmer î dariştî wê hingê dê tam ji kilorên şewitî jî were hene ji bo agirgehan nûtirîn qulbet hene ji bo peristgehan nûtirîn dua zikê zargotinên dûşîze devê gazindên nûşîn û tiliya bişirînin sîneroj bi bizmarên dîwarî bi dar de bikin jî wê hebe tapo ji bo xatirê keda sewtan wê hebe al ji bo nûxuriyên sondxwarî wê hebe tivîlk ji bo kîna kinêrên kin Serdema Nêzing a Şkeftê Ax, çawa min nas nakin, Ax, çawa min hez nakin? /Fêrîkê Ûsiv/ gavek din re tu yê werî û keştiyên vê newalê bixeniqînî; de qene derkevin li ser rûyê zemîn ew hestiyên ku ji ber kafiristaniyên kûtî şal û şapikan wergirtîn, de qene bêne bi bîr ew bestî! tu hay jê heyî, te dena xwe daye zarokekî belakir î guncik!? me di çêrokên şevê de seh nekir zengilokê gorepanan, tifik û tifekên bêtifaqiyê. hew em li ser dara biyê bûne Humayên bîroke, hew em li ser dara kizwanê bûne Sîmirên entîke. dara biyê tune û robarê sekitî ye qeder, dara kizwanê tune û gola cehimî ye şeveder. zeryayên reş, keştiyên şeht, şewitîna deryaçeyên bêbaran! Bîne bîra xwe ku me çi qasî şilte ji bo nixumandina zivistanê didûriya, wî qasî jî berfa bêşar koça xwe dikir û em difetisîn. Bîne bîra xwe ku me çi qasî hirûyên fermandariyê ji bo nivîna geşt û seyranê dikuta, wî qasî jî tava bêzar rojî digirt û em ji nêza dimiran. Bîne bîra xwe ku me çi qasî ava ayetên bêniştimaniyê dikişand mejiyên xwe, wî qasî jî lîfika xwekuştinê dilê me dişûşt.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Selamî Esen şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz