Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Selamî Esen

Selamî Esen

2 görüntülenme 0 beğeni
“Em rêbware Kurdistan e. Laney yekem evîn me.” /Abdulla Peşêw/ siyên koledar şeht tewane ber bi wan tûjikan heke yek ji wan di nexşeya me ya pezkûviyî de bihata xuyakirin an yek ji me xwe bavêta bextê kumên heşîn û xweystêrk (a din jî, heke ew tûjikên me ne ducan bûyan) wê perên kevokê ji sifreya civaka derengmayî re bibûya hestiyên bermayî, şînxweyê! wê doxilbaşiyê bigirta kezeba tehtên me, xwelîlineyarê! tê ji ber bikî: jibîrkirin, şeytanê takekesiya pîroz e! bêjingê bîne, niha bi serê te sondikan dixwin! lê hay jê hebe, qewmê Beko kadikan jî dixwin. şikêrên gunehên min çawa xeniqîn di coyên egalîstan de di nava wê coyê de, bi perên te sobariyê dikir me û çend yên me min pê kuçan bênderên şikêran tev dida (li ser wan rêkokên ji mekapa Spinoza re teng û peng) wek sêwiyek lêdanxwarî niha enirîne sendromên Stendhalî û beqek serî li ser masê, binî li bin kirasê mayî asê, çav li sêgoşeyê hewêrek bêçand, zarokek sêwî, anguteke bî hey la sifin kor bûyêêê! bêjingê bibe, eve li ba min e Ût-na-pîştim, de bêje mêro: Xwîna helbestên we şêrîn in, lê kes newêre fir bike!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Selamî Esen şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz