Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Selamî Esen

Selamî Esen

2 görüntülenme 0 beğeni
(ji dever û salên dûr, bi çengek agahiyên xwe yên hûrgilî û gulgulî hatibû, çavên wî hê li ser Lîlîta meleksiruşt bû, dît ku ev der warê wî yê jêfiltîna tofana baranbêj e, xwe şeqî kir û guhê xwe dirêjî bûnewerên kerr kir.) zîwan: ev genimek patosxwarî ye hêj şehîd neketî şolika xwe himbêz kiribû pûş: ev anatomiyeke felişî ye hêj bêrîvana danzdehî serbaz jî ji çavên wê dibizdan balkok: ev keziya dotmamê ye hêj nehatî kurrkirin dest avêtibûyê xweyê kêrê nivîn: ev sêgoşe doşeka şermê ye hêj bi bista zirbavî dax nebûyî jê çend keçik çêbûbûn tûjik: ev kardoxek egalîst e hêj siwarê teyrê sîmir e di asêhiya gabarê de egîd derincik: ev dal-an jî reben e hêj nehatî tarîkirin bi zimanê mermerî diştexilî hunermend: ev xatirekî danzdehsalî ye hêj gule dibarandin çav li bavî hiş li dê bû dengbêj: ev şareke nehmehî ye hêj nehatî sêwîkirin berfa şarê qersê tam kiribû devî: ev hawara “kezeeeb!”ek e hêj dengê balafirê nehatî li çemê botanê hirî dikuta ben: ev cinîneke beyar e hêj topelav nexwarî li îlonê sênî bi sênî hilîsik dabûn necar: ev termê neyarê gulê ye hêj nehatî azadkirin baranên bêşerm kiribû xelat kêl: ev çinarek bilind e hêj kindir nehatî xwarê doza neviyên xwe dikir tifik: ev jakawiya serbazekî ye hêj goşt nexwarî şîrê heram vexwaribû xezam: ev binasên beko ne hêj ji nehsîtiyê re avis ji rezê mîr sêva bajariyan dizîbû û lalo: ev sih û çar dan in hêj bi hêvî bûn ji Şevbaşê lê... şevê xwe firotibû barbaran

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Selamî Esen şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz