Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Selamî Esen

Selamî Esen

2 görüntülenme 0 beğeni
I. li ber deriyê bendîxaneya bajêr xifşeke rûberfîn a singbotan pala xwe daye tûmikekî biharî çavên wê li esmanê gulanî keziyên wê -yên ji dîjiyên kemanê- bûne dargerînk li ser penyeyê gulgulî /tu eyn halê bûk î di şanoyên hunerî de tu eyn halê xweşik î di tabloyên nepenî de/ II. di repertuwarê de strana Erdewan Zaxoyî: “ez dê herime li nav baxçê gulan da bibînime delala dilan...” destê wê yê çepê nasnameyeke sorezer difirkîne û yên rastê axa serşûştî bêjing dike lewma lama wê ne heseda mexmûyên dilkevir in /were, em dewê xewnên şevbuhêrkî bikeyînin! were, em devê telîsên azadiyê ji nû ve bidewisînin!/ III. lela hişê te xwêya kelî ye kelika serbûriyên te xweliya şewitî wê çîrok bibêjin: “ew qîza kezî ye!” wê senaryo bibêjin: “çaxêlî jê re kurt in!” wê helbest bibêjin: “hincetên te xama ne!” /tu nayî, em pev re fîlmên modern protesto bikin? tu nayî, em pev re dijûnan li romanên fantastîk bikin?/ IV. zimanê te kuçkirina çaya qaçax e jê çend berdax sewt tên dagirtin? gef û gurên te li ser tirsên Şalheşîn in jê çend zaroyên çeqrût ditirsin? xemên te qirşikên di bin hêsîrê de ne jê çend mêrxasên dildar diafirin? /darê dinyayê terr e, ê ne tu yê rojek bêjî: ”were em edma çîrokên wêjeyeke mexdûr bibin!” ne?/ V. li ber deriyê bendîxaneya bajêr piştnîvroya bejna wê ya gulheban ji dilê min re zeviya dexlê rûgeşiyê cot kir êvara destên wê yên nazik û nazenîn ji çavên min re daneyên xatirê kuta /axx, de bila laleşên sibehê besteyên revok xef nekin! axx, de bila qijikên xêrê kenên te bidin ber nikilan!/

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Selamî Esen şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz