Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Selamî Esen

Selamî Esen

2 görüntülenme 0 beğeni
“Diviya bibûma cotek pencirê zivir Ku xwe berdide zemînên deryayên bêdeng” /T. S. Eliot/ /li taldeyên civaka bêpirs digerim bi pênc tiliyan/ rê diguvaşim, bi dar ve dibim..rê êvar, dil taveheyv bêhna xwe vedikim..xwîna min kûxikî, kaniya wê hiya tarîmijê çavên min girt..xwîn hişyar, behra wê nehs xwîn digire kulên nivîsa min..nivîs digire xwîna kulên min bi serê xwe kî..hêj lêdanê dixwin nîskûnokên me(?) me qewl jev re danî..em xwelîlistranan tomar dikin..di xwîna ketî sorikan de..du demarên lev siwarbûyî..du şivîleyên li min siwarbûyî.. taveheyv qedexe, diponijin pirsên kerr..di çarnikarê Aqûb Axa hatî kuştin de..xalek jibîrkirî kotek tê li bîra me ji kortalan..heeey kor(û)tal.. qurnefîl di destên tarîhezan de kedî dibin..kun di binê pirê de hene..di dewsên mekabî de quling li dû te difirin..mekab li berqefan asê dimîne bi pirsên dîwarî û peyvan digere.. /te ji bêrîkirinên xemrî diwelidînim bi çar xetan/ bûka siriştan..kes wûçan nedabû di wê dîmena nalebar de li ser kelexê min dastanek bêrengdêr bi hêviyên derhişî hatibûn neqişandin, bê firçe min destxetên guldankî ji ber dikira, bê gul raza’m..kirasê te, rengê maça yadê li xwe kiribû..di çîrokên şevesar de xwînmijan xwîna deştan dimişt..wekî din, em bûn candarên kûvî..ji şikêran mar hatibûn hingaftinê..li ser de jî nalebariya çûyînê..ez bi jaremar..êdî miriyan îxbar nakim..ew kendal û ew dewsên germ..li derve hiş û aqilê xwe yê pîvazterkî dipirsim..bikirtikîne: “tu parzemîna min a hezkirinê yî.. “ /bi boraqa xewnerojkan veydidim tovên azadiyê bi sê zimanan/ çar gav pêşikî û sê gav paşikî ye payîn ji stûyê geliyekî divê rê bidim xerzikên li ber tûjikan bi hişmiradî xewle dikim çirûskên di argûna pênûsê de bêhna xwe dikolim..li dolên beyar divê qurnefîlan biçînim..ji ber axîna ciwana pênc hezar salî..jivana şivanê evîndar û berxika ku ji keriyê xwe qutbûyî..çû ji gurreneyarên te mîtana enîferş..çaxêliya te jîngeha serkeftinan..êdî bistre: “Şer dergûşana xewnerojkan e... ”

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Selamî Esen şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz