Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Selamî Esen

Selamî Esen

2 görüntülenme 0 beğeni
tu ne xerîba atlasa kizwanan î newaya te ya dawîn liyaneke serhildêr e dilê te teslîmî zarokê ji kevneşopiyeke xirecir ...ez tobedarê hêmayên çûyînê ...ez hêmaya gotinên tobedariyê tu guldesteya biharê yî: di kitêba Melê de Tanyaya hemdem xebata min xelata min a hişbûnê û gurzek şepirzeyên li Gelî Mişkan heke bipirsî ji gezên kurmêriyan heke binêrî li heyama tifikên ber bi çêm heke bi gilîza giliyan bipêjî heriya rastiyê ...wê neçikin avên ji sobariyan re kerr ...wê nexitimin guncên ku bi tenê zarokên zamboqê jê haydar min hej Bekoyên dilê te jî kirin -dûr ji van der û deman- di havîngeha feqeyan de salname bi ervazî dixîrikîn saet di sindoqa bûkaniya diya min de bêhna xwe vedidin da ku mineta pîlê wan serê wan bixwe heke qileban jî rût bin heke berf jî xwe şeqî bike û bibare heke kêferat û afat jî nebin xebata vê sifnê heke bedîla helbestê jî bi bedela hêstiran be tera nabe êdî lengergeha lehengiyê bes nakin êdî birçiyên kerengê xwînê narevînin êdî narkozên timatiyê tehzî nadin êdî dîwanên xwerû zîwan

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Selamî Esen şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz