nixumîne hemû hêwirzeyên dildariyê
payîz e, peykerê te xwerû evîn
payîz e, guliyên te dirûşmek xemrevîn
payîz e, navê te destaneke çengzêrîn
di nav kirasê bûkaniyê de
li ber çemekî pal dane çavên te
bayê honik singê te maç dike
porê te miz didin tav û ewrên lihevketî
bi diltenikî difirin çûkên xwerû hestî
tu pencere nîn e ku te bihese
diricifin dar û deviyên tazî
çav bi peykerê te vedihese
payîz e, nexwe koçer wê herin li başûr
-a ku dihejîne mehtika Gelawêjê-
li lavlavkên taspî temaşe bike
li ber darehêjîra ji keçaniyê ketî
wê were ji coyên stûdirêj
mizgîniya berfa kûçikan
lixwekirina xiftanên newrozî
û hêviya xecxecokên çavreş
payîz e, li gundên porzer
veydana behîvên cirnexweş
bijartina qaşilê kizwanên xama
û daçikandina peykerekî hedad...
(Îlon-Cotmeh 2013)
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Selamî Esen şiirlerine dön