Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Selamî Esen

Selamî Esen

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey Guldexwîna Kardoxî! hêsirên te ji zikê te tên xwarê û îro rojek e dimilmilin keda dil li bextê te û şanaziyê bila ew kaniya hêsirî biçike û vegere êdî li çavên Katoyan Ey Guldexwîna Çiyayî! tu ezabê serbilindiya xwe ya şanazî dikişînî roja ku Mesîh hatibû serdana toxmên te roja ku hevriyên te bi acizî li te dinihêrîn tu qet ji evîna xwe û heyva zozanî nedihatî xwarê Ey Guldexwîna Deştî! axx, bi qasî te kes nizane tav çawa mala şevê ronî dike îro serê te ji bo darexaçiya Mesîhî ditewe kezeba te ya keskesorî lê şewitî qewziya behra sor ji zikê te diherike zengila zoman, şaxbanûya xemxur bi tenê Zarokên Adarê çîroka te guhdar dikin Ey Guldexwîna Zozanî! dildariya te ji te re dikin werîs jinxasên te yên çeleng ji te re dikin sehpe mêrxasên te yên deqerû ji te re dikin sêdar lê tu hê jî av didî kulên xwe Ey Guldexwîna Kurdistanî! li dilopxwazên çemê azadiyê nafesile ev kirasê xembariyê -ku te pirtûk bi pirtûk, rext bi rext dan bi dan li wan kirî- Ey Guldexwîna Pakrewan! wext ha hat, ha tê divê tu xêrê ji xwîna şehîdan bikî da ku şaxên te yên dildar Zarokên Adarê ji pira selatê bi tilîliyan derbas bikin divê tu xêrê ji xwîna şehîdan bikî... (Gulan 2011 / Sêrt)

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Selamî Esen şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz