Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Selamî Esen

Selamî Esen

2 görüntülenme 0 beğeni
-ji Kawa Nemir re, ji ber ku helbestkar janeke nenas bû- I. ev Çileyeke veciniqî ye ji hariya dilê min ve diheciqin kewên li ser stûnan kovan bi kovan derbas dibin li ser laşê min tîp bi tîp, bîranîn li ser bîranînê nanê min jî nayê gezkirin bi didanên min derbendek… belam derbendek… mehtika min li nav newaleke berfînî maye asê xew û kew têkçûnên belaş in li vê berfenewalê mirin jî wey evîneke bendewar, tûj, qedexe û pîroz... ez ê çi bi serê xwe ‘kim, newalê!.. xwelî li serê xwe dabike xwelî li serê wan dabikim..! -ne bi ser xêrê- min xwestibû bisekitînim ez van gunehên xunavî lê min nedizanî tu daxwazkuj î… olan û leylan nayên ji newala berfînî kanî Çiya? li ku ma Çiya? mirinên min bûne liyan li nava vê berfê xwe dixîzikînin şil û pil dibin, dilewitin… lêêê, poreberf dibim… bo giyanê çivîkangûta bî nebêje ev çi dilreşî ye! nebêje ne serxwet im, xwîniyê! xweavêtina bextê xama di dest Xanî xweavêtina textê Mîrê Kordunde zimanê min ê kevirbêj di kuna pirê de asê maye axx, ez ê çawa kedî bikim vê berfê!? II. min nextê mirinê da te ew next ji da û dapîran mabû ji min re ji min re tiştek nemabû ji xeynî payîna tavikan… navê keviyên biharê tarûmar tim poreberf in êdî newalên mirinê di tûrê dadê ji min re dagirtî de nanê kilor, penîrê spilkê hebû li min bû qapûtekî kîp di destên min ên zîz de seneda nextê mirinê seneda xwexwarinê… nemaye mefera dawîlêanîna têkçûnê nemaye di destên bavê min de hêviyên çîrokbêj ez jî windayekî kuştî, kuştiyeke azad rojê pênc danan şewatek im sê danan di berfenewalê de azadiyeke xewas im serê min hevîrê hêviyê distire ev bû biryara te ev bû kiryara te III. tirbeqefesa min, lêêê li ber goristanên da û dapîrên kezebperitî tu dizanî çi qasî sar e kemîna marên xerabat qapûtê min ê kîp? çi pê bû? çûyîna min ne bişkuvîna rîhanan e bi çend dem û dewran in ez têm û diçim dibezim û diçim direvim û têm hedar nayê û diçim hedar nayê û direvim bi tenê gilîpirseke min heye: çima dil dibe dîlê xwelîdanka evînkujan? di rêzikên çarenûsê de wiha dinivîse: “ji qal û belayê de her cure daxwaz heye di çavvekirinê de daxwaza mirinan tune” fermanek Kurdistanî baneşanek zayendî lê ew çûn, ew diçin ew ê ilehî biçin qey? loloooyên wan çûn pîrozbahiya mirinê, lêlêêêyên wan bûn bûka mêtingeran! nagere zarê min ê zargotiner: ez dehf didim bêhêvîtiyê min dehf didin çîrokbêjên mirinê… (Berfanbar 2011 / Sêrt)

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Selamî Esen şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz