Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Selamî Esen

Selamî Esen

2 görüntülenme 0 beğeni
Çend zivistan in ku nikarim Mêlaka xwe bi xêra baranekê bihincinînim Çend şûşe dîmen in ku nikarim Ristên xwe bi gûşiyeke tirî bicebirînim Çend xêl û dawet in ku nikarim Bi peşkek şahî bibim ezîzê malek Nikarim ceynikjêçûna zelûliyên berwext Di karwanê teqîn û reqînan de kedî bikim Nikarim tîşiyeke zebeşên ziksor î nîşanreş Ji sîkutk û pêlên zeryaşînê re bikim kelek Seydvanên kordundetiyê sifinê hemû kêvroşkan Di zîn û giran de kor dikin bi çavên min Xezeba deriyên talankeriya min Ji awirên mifteyên hesankirî dibarin Keleşêr avis in êdî Roj hilnayê Roj hilnayê... Jinikeke dilheban guliyên xwe li ber bayê germ ziwa dike bi lêgerîn û peydakirina behran re Bendîxaneya pîrhevokan li tenişta jinikê Ayetên tivîlk û kewan dermale dikin Li ser kursiyekî qehweya karkeran Bapîrek ava serbûriyên xwe dide ber qurtan Destmalên sorgevez bi xefikî dişînin Li pey hemû bûkên bendîkirinê Bûkên birîndar li ser somyeya peritî Kezeba xwe bi xurtî didin ber gezan Li ser sêla sêkuç nazînaniyên rehtbûyî Rûnê pişika min diqerimînin Çend şev in ku mehra simên jiyanê Bi dêrûniya xwekujiyê re dibirim Keleşêr avis in êdî Roj hilnayê Roj hilnayê...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Selamî Esen şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz