Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Selamî Esen

Selamî Esen

2 görüntülenme 0 beğeni
sê şûşe çay dicemide ji bo pênç qulatok şekir şekirdank ji tehliyê re avis e ez tehliya avisê me li ber sînemaya şilî û lehî ji bexşandina Xudê dadirizin lîstikvan min neke dewlet li serê xwe bûkê firaxşo bi destê qatilan tên kûtîkirin sobe dilewitîne rewnaqa gûsêtrikan (bnr: kuştiyê pêxas, cehnima te kirî!) li ber kolanên kaşî, “ey av û av” rê diçe meydana gazên bombeyê li taxa jêrîn zilamên ûrgenî di tiwaletê de gû dikin kêf kêfa zivrîneka azotê ye li ber pêlava min kevirên kavilan kolîtê bêşevçirax im şev şeva îllegaliya ramanan e (n.e.: koç bike!) êş kurtekurd in, êş têkel in êş gumguma li ser sobeyê dikele… (n.w.: lê hêj serma dikim…)

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Selamî Esen şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz