Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Selamî Esen

Selamî Esen

2 görüntülenme 0 beğeni
di kafeyek bêjêrxan de avîzeya bîşengî siya şaxên xwe berdaye li ser kovarek bêedîtor îmanê li rojnameya derhevoksazî diçikîne fîncana qehweyê bîra derbirînê ye keça min tozên şêkir mîtîngên bêhaydan in li kêleka xwelîdankê selpakên xwetahirkirinê çengên mêro heft rûyên jinê dîtine: “kêmasiya Nietzsche pezneçêrandin bû hey nexwe wê bihata dizîn şeraba zayînê ya Eceman” çîpên jinê heft rûyên mêro dizîne: “La Belle Dame Sans Merci 1 ez im bedewnas aciz nabin, lê hema ew e ku nateqin!” -çayger! te çima cam li van kulekan nekirine?- çayger di navbera deh kurtefîlman de ji bo aştîxwaziya Goethe cam li kulekan kir Kurd ji Ermenan didizin qesirbendiyên nanoziko qehweya kizwanê ji benên plastîk çêdikin -lehlûmano! ma em xwe li hewceyê kulên vê kulekê jî nekin?- maseya girover hê li benda binasên xaçepirsî ne jixwe trêna mêst hê ji Bismilê derbasî Êlihê nebûye Pîra Mirovxur niyet li rojiyên roja îniyê aniye kezîzacên mexmûke dadelingên xwe ti carî banadin go: “tixûbê rûniştokan qeraxê Erezê ye” Şiko xwe kuşt, Şiko xwe kuşt, Şiko xwe kuşt! divê îşev hemû nivînên helbestî bibin duta! (Sermawez 2013 / Sêrt)

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Selamî Esen şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz