çavên me
li pêşberî qorziyên gildîn
perpitîne
lingên me
di nav odeya xizan a nasnameyî de
dirêj bûne
destên me
ji ber fatûreyên bêalabûnê
sor bûne
laşên me
bi hestiyên şîva li qesrê
nixumîne
êdî bibare:
“eger em li ser dara tûyê -qestînoka be jî
li rastî çûkek werin,
teqez em ê wê bikujin”
û wê nebêjin:
“rebenan bi tenê helbest ve-dixwarin
dîsa helbestê ve-xwarin
û mirin!..”
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Selamî Esen şiirlerine dön