Li ser cilika bextxwarinê
Kesî hê nedîtiyê
ku deq tîpên bêhedariyê dimezixînin.
Di teştika hymena xwe li qetikan xistî de
-hûn pê li çavên min bikin û herin-
Hêvîrê bangî nayê stirandin.
Li hewşa hesinkariya kurdan
heft car heram be
qene tenûra dîbaceyî hatibe şarandin!
Di nav çavên zeviya bêpale de
bi sed sond û selawat
hêstirê kedan pênûsê naengizîne.
Li koxikên bêhnvedana bêkilam
bi serê hehûûûûya Seîdê Hemo ‘kim ku
pirêzeyên peyvên dapîrî jev enirîne!
Di bazara dilavêtinên kardînitiyê de
bê esl û bê cinasî be
ku heke tiriyên beşavendî bisincirin!
Nexwe ne hewce ye
mewujên malikî jî biheciqin...
Mejiyê mijan bi pênîr dixwim.
Qey edeb û şêwaz çûne malbav
lew pêl bi pêl pev re xelefê naleyzin
Ev acizî: “Xezel in pîvoka cotyaran!”
Weke carê caran gilî hêma ne,
weke carê caran pirs dîwarên veşûştinê ne.
Ev siyanet: “Karçelotî ye rexnegurrî!”
Pênûsên hestxezam xwe bi giriyan diparêzin
Ji ber ku parêzerî karê dizên xweşêrînkirinê ye
Ji ber wê ye xwe bi kenê lat û zinaran dipêçim...
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Selamî Esen şiirlerine dön