Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Selamî Esen

Selamî Esen

2 görüntülenme 0 beğeni
Gavên şîrogermî bi lez û bez ez diqutifandim Pêtên şaş û şewqên gelaş îro erzan û belaş Dinizilin ew gêjgerînkên ku ti carî nexusirîn Qolincreş pê de hat lê aqil guncikê jehriyê ye Di perdeyên nehatîn leyîstin de replîk û baneşanên hêvîdar dilîlînim. Heçko ez ne peyayê hêwirzeyên zipik û ziwa me Li ser latên Kelha Memê me Ava xwe ya kulistanî ji Çiravan vedikişînim Ne sedema barîna berfa li Serikê Mihemê Osê me Bedîldirêj im bi stranên xwe yên dermale Guharokê min çîroka Mîr Miheme Beg ku Keçperiyê li şkeftê terka zimanê wî dabû Di destê min de heriya biryargeheke kavil Di lama min de maçên Dado Şefîqe -venî neh sal in şil bêxweyê!- Di çavên min de singerên veşûştina zinaran ku ji fihêtiya min re hêca jî lalote ne Li ser dîwarê xwe yê zerikî Dest bi aforîzmayên kulek dikim Ev ne leyîstoka min e, erê go! Derî jî dizane xwazgîniyên seqemê hatine Bi nîvişkalî guliyan şeh dikin hemû xwedawendên sexte; Tavexan jî xwe vedişêre, Mehd û mirîçk diyartir dibin wek rojên mijdarî Guh û peyv digihîjin hev û xweliya jinebî li serê çiloziyê dadikin -biborînin ey metaforên nozdehî- Di ber pirsgeha “kanî?”yê re derbas dibim Xeşîmî, nezanî, bê Theokrîtosî Da ku dayîkên Botî nebêjin: “Evmenîs, pênomîs, tu cehşê nezonê pîs!..” (Havîn/2011- 4 Adar 2013)

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Selamî Esen şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz