Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Selamî Esen

Selamî Esen

2 görüntülenme 0 beğeni
(îşev hemû qetxepêl haydanê daweta çûyîna min in) bila çarşemên xwe bikin şerbet îniyên xwe bikin xêlî bazarên xwe bikin şîranî lê ‘din, lê ‘din, xweş lê ‘din bila komîdîna min bibe dihol bedîlkurtiya min bibe zirne -mîrê ribabê kuştin, nîn e ribab- bila bi çîrokan zîtikan bidin bi meseleyan firîskan bidin ne hewce ye hûn destên min hine jî bikin /heke -nîskirek be jî- serê min sor bibe xêra xudê nanê genim e/ bila hemam tijî amûrên afrodîzyakî bin bila quşxane bi qasî kemaxan pehn bin -sîtil ji we û bavê we zêde ne- bixwin, bixwin, xwe têr ‘kin îşev xudê daye we bila ronahiya seyarê sor be bila maseya min bibe qelasên rûniştinê bila pirtûkên pîroz di pêş min re herin erebeya min a bêehliyet darbest e bûk qeder e, zava îşev ez im!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Selamî Esen şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz