Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Selamî Esen

Selamî Esen

2 görüntülenme 0 beğeni
I. dîsa li havînên pongêrbûyî li danê êvara pelçimên sîhênik li Sêrt û Xêrtan li Mêrdîn û Şerefdînan dihedimînin kêlên saya yên şervanên ku barê wan anîna qijikên xêrê di agirbestên polîpoşman de xewna bavê min ê qesirbendê kulan didin ber kuç û keviran destnimêja xwe ya bomberanê digirin dest tavêjin şênîbûna rêzikên bajarî gefan li xewnên kevnesal dixwin II. li odeya sondxwarinê ez zarokekî nehs î nesekinî da ku bes bikim ji xwînê xwe bi kevnerêyan tazî dikim dilê min li bavê min ê kefîparêz dişewite çarnikarê xeyalxaneya wî tê li bîra min dê binoliya êş û eleman bira xweşmêrên dilkordunde xwîşk bûkên bêrî-vana xusaretiyê ne di agirbestên polîpoşman de xwêhdana min a gumanbar zeviyên şûvkirî av dide -ne fihêtî û ne eybî!- bes kêla bavê min bi zimanekî deshilatdar nivîsandine III. di agirbestên polîpoşman de havîna min serê xwe bi çekên vêsiyayî dixwe -ne fihêtî û ne eybî!- axx! ji bîr kirine: bavê min jî deqerûyekî xweşmêr pêşrewanekî xakheban û mêrê laşê jinika dilbiêş bû di agirbestên polîpoşman de ti kes ranebûbû û negotibû tu yê bi hevokên xwe re bizewicî IV. ti wênesazî xêz nekiriye hê tabloya keçên di zikê dadê de ti wênekêşî nepîvaye hê kadraja kulên di dilê dadê de ti muzîkjenî nestiraye hê kilama barê li ser pişta dadê ti bayî hênik nekiriye hê di havînan de tîbûna kenên dadê tofana baranên reş ji singê ewrên Kurdistana berdîberî bi xefikî dizên milyaketên rotoriya hêvîxur ji esmanê kurmanciya dûşîze bi dehbangî tên xwarê di agirbestên polîpoşman de tixubên rezê xema min heya kozikên li abirran dirêj dibin...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Selamî Esen şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz