Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rojen Barnas

Rojen Barnas

2 görüntülenme 0 beğeni
-ji Mihemed Şikrîmê rehmetî re- Mala te ava, riyê te sipî Ku tu mirî û çûy Bihneke xweş vedan mal û zarû Di pey te de Bi xwe ve hatin zû. Hîç xewta te bila Ne li ser wan be Firêqet razê di gorê da Firêqet razê heta te bivê Îro rastî xanima te hatim Min ew nenasî, maşelah! Bîst sal ciwantir bûbû bi rastî Û porê reş î ji miyê di bizinê Bûbû hevrîşimê kej li serçav û rû. Ber keçan mekeve, şabaş ji xwedê re Ku bibînî tê nenasî muheqeq Tê bêjî qey ji Hollywoodê hatine Û ketine pavyonê Van delalên çavbelek Bo çi te vê qenciyê Zûtir bi wan nekir ez benî? Zûtir nemirî, neçûy da Ew zûtir bigihana vê xweziyê *Ji Milkê Evînê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rojen Barnas şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz