Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rojen Barnas

Rojen Barnas

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey xezebên ji esmên Vegerin li lîsên xwe Ey hejyana zêrzemîn Bi edeb Raweste l`ser dûvikê. Bi min re nekevin rikê! Yê min berberiya li çarenûsê Ku ji min nehatiye pirsîn. Yê min têkoşîna heyînê Ku hebûna min tê fetisîn di bedena min a çend hezar-sal kevnar û qedîm ebed û ezel. "Layemût Layezel" Ezim, ez Ey Ehremenê bêdadiyê! Ez kurd im. Kurdbûn: Bê nav û nîşan bê niştîman bûyîn e. Bê huwiyet, bê paseport Jiyana bi dizî ye li welatê xwe. Kurd bûn Di dojeha bêdadiyê de bi serfinazî ji xwe razîbûn e, jiyana ji bona milyonan, jiyana xwedîderketina li niştîman û mirina bi destê celadê qetilxûn e. Ku çend hezar sal in Me Ew bi jînê bi xwînê straye Û xemilandiye wek bûkeke ciwan Ey bûka min a sorgulî Sotika tevgera di mêjî Jendina dil, Kaniya axîn û kenîna min Hêviya xwe mebire ta ku heme Ta ku heme Kelemê nav çavê dijmin Palgeha piştrastiya heyina te Ez ji te Ez bi te Ez, tu bi xwe me. Ey çerxa feleka çarenûsê Ku bi sedhezaran sal Pêşiyên me bi bawerê gera te bûn Me mîl û moriya di te Da rawestan niha Di tenga xwe Me dakişand ji nependiya esmanan Hostayê qadirê qederê Û li ber derê bêkariyê girêda Bes êdî bibe piştdayê bêdadiyê Bes êdî bibe sparteka Celadên ku sitembaran dibirînin li ser navê "teqdîra îlahî"yê. Ey "Çerxa felekê"! Me nedizanî ku Tu bi xwe yî Astenga li ser devê riya me ya azadiyê. Ez mêr im û mêrxas im Ey kalepîrê ku li ber tarîxa gerdûnî rûniştî sal bi sal bûyer bi bûyer dinivisîne di deftera xwe de bi giştî. Mequncife di kuncikê xwe Mesilike ji sîtemkaran Memelise li benda roja min a dahatû Rastiyê mikur were Binivîse. Ez im ew mêrxasê ku Bi Ksenofon da nivisandin "Vegera Dehhezaran" Ez im, HERÎRÎ Û CIZÎRÎ Ku li hember "Qale û Yeqûlû" Bi zarê şîrîn ê kurmancî Hespê têkoşîna niştimanî Rakirin pêdarê. Ezim, Ez kurd im. Ez kurd im, Raporên analîzên xwînê yên laboratiwaran Bi polikek xerabûyî jî nake li bazara me Û ne bi mîxeke zengarî Ku tê frotan li ser ereboka Eliyê keçel Li "Spehî bazarî" Li Diyarbekirê. Ez kurd im, Belgeya kurdbûna min: xwenasî xwezanî xwedîna min e. Wekî din Ji min Tiştekî nepên. Ez mirov im! mirov! Ne girêdayê xwînê, heseb û neseb irq û nîjad Ez mirov im! mirov! Mirov divê serbest û azad . Ku kurd azad biwana Ev zilm û sîtem û zordarî Li ser yên te bikirana ey! lawê an keça "Qewmê necîb", "soylu ırk" Herwekî serwerên gelê te Xezebê dihêrin bi serê me de Minê bi te re di milê te de xwe te bizaniya Û li dijî yên xwe bitêkoşa ji bo dadiyê. Ez mirov im! mirov! Çi bikim di xwîna min de heye evîna azadiyê. *Ji Milkê Evînê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rojen Barnas şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz