Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rojen Barnas

Rojen Barnas

2 görüntülenme 0 beğeni
Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir Gava ku stêrk Li esmana stûxwar Gava ku ney û bilûr û tembûr û dehol û zirne sar bûn û cobar Nedixuşîn di nivînên xwe de seraser Sosin û beybûn û rihan Ne d` bişkifin di bûtikê de. Tariyên giran Tûj û kûr Bi zûrezûr û bi orîneke jakaw Bê fikare, bê paxav dihelişî dikumişî li ser welatê min Bi giyanek pola Min navê xwe kola Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir Wek babelîsk Wek moraz Wek bagerek gurr Min eniya têkoşînê vekir Min di eniyek de şer kir li hember xwînxwara Bi dilawerî Bi bîrûbawerî Min têkoşîn û berberî kir û Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir Ez welatparêz im, Ez mirovperwer im, Ez li ber bircên Diyarbekra rengîn şêx Seîdê kal, Bijişk Fuad im Ez Bavê Tûjo me lo!.. şoreşger im. Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir Dema şefeq da di Sîpan de Dema ku lêvên esmên Di sînga Sîpan de sor dikir bi beşerûkî Ez Di Deriyê Niştîmanî de ketim hundir Min Deriyê Neteweyî bi zerzenga xemiland û li ber Deriyê Serxwebûnê şer kir Bêweç mabû baxçeyê Deriyê Felatê Min tê de şaxên serbestiyê çikand Tovê xawêndariyê werkir. Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir Ez şêx Seîdê ka!, bijîşk Fuad im Pêşmergekî bê navûnîşan û qevdek ji pincara welat im. Ez duh şehîd bûm îro, nûhat im.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rojen Barnas şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz