Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rojen Barnas

Rojen Barnas

2 görüntülenme 0 beğeni
Axlêfe jî hat, bihurî û çû Rewa ket hewayê, avê û axê Şîrika jiyan û hezkirinê Hilkişî li darê, ta serê şaxê Rê dipêm, rê dipêm, rê dipêm heywax! Ne ji te nûçeyek, mizgîniyek hê... Keledoj, keledojeh e, dilê min Di perengên hesreta te de Ku biketa navê Roja Tebaxê Dê bihelya Ewê bibiwa barana dojehvereş o bibariya bi ser me de. Lê nizanim, heyret! Dilê min hêtûn e, ji evîna te Dilê te zemherîr e, zeber e, gêdûk Dilê te deryaya qeşemê, Çi deryayek sar, qerisî, tezî, Ji evînê bêhay, Ne damar dijene, ne reh lêdixe. Di tanga min de, dilê te; Hişk û tevizî. XwezÎ. .. Ax xwezî ne wisa ba! Axlêfe jî hat, bihurî û çû Rewa ket hewayê, avê û axê Hewa hênik, Av şîregermî, Ax hêşîn ... Dilê min li benda rewaya xwe ye Bi kelebîn... De were ha! De were zû Hê ku jîn nefirî û ji dest neçû. *Ji Milkê Evînê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rojen Barnas şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz