Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rojen Barnas

Rojen Barnas

2 görüntülenme 0 beğeni
Di destpêka zemanekî nesalixdayî Ku zeman hê nêremok û avis bû bi tarî û roniyê. Ji alîkî bêalî Ji batin Du kevok Bi fir hatin Geriyan li bilindayiya, li pehnayî Noqî kûrayiyê bûn, brûskasa... Warek ji xwe re hilbijanin Danîn li erdê Xwe şelihandin ji post û kirasa Gêran bi periyan herdû kevok: Du perî; Du keçên xama Du perî Cêwîkên hêkekê Ketin temêlşa erdek raxistî: Bi berrî û deşt, konik û pehnav Bi çiyayên bilind û geliyên kûr Ku xelek xelek di hev de bestî. Jê hez kirin, Pê şa bûn, û jê ecêbmayî. Mîna reqasa Ketin govendê. Stran... Ji stranan govend geş bû Govend girtin, ji govendê stran kemilîn Xulxulî kete erd û esman Maka cêwîkên tarî û ronî Ya di ber tengiya zayinê de Li ber govend û stranên wan ji xwe ve çû, Raza Barê xwe danî û za herdû cêwîkan; `Tarî û Ronî Sar û Germ` Ku li pey hev in Lê ji hev cuda Ne di êk hev de û ne bi hev ra. Stran geş bû Govenda keçperiyan Hingî çû germtirîn bû Hingî çû xweş bû, Li ber nazdariyên Roniyê. Govendeke xweser; -Bakur û başûr ve jorejêr, Rast û çep ve l` berayî Rast û çep ve l` berayî Bê ser û bê dûvik Bê haf û hemberDest pê kir Ku Perî Hê bêtir lê sor bûn. Ji ber gurmîna pehniyên wan Bi sar û germê Du serkanî derbûn, - Milkanî digelZan ji destpêka zemanekî bêdestpêk Distrên û di govendê de ne hê jî Dizên ta dawiya zemanê bêdawiyê. Rawiyê efsanê riwayet nake Ku çawa Keçperî warqilîn lê. Lê, bi navê xwe bi nav kirin herdû nûzayan Yê yekê Firat, yê dinê Dîclê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rojen Barnas şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz