Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rojen Barnas

Rojen Barnas

2 görüntülenme 0 beğeni
Em bêjin ku tu melîkeya Misrê Tiştek mîna Nefertîtî an Kleopatra Yaxud Tacdara li ser textê Hollywoodê Lê ji bextê bi reş ra Mayî di Qesra Dar-ul-eytam An jî li keviyek rêka Ebûsuûdê. De na lê! Ne, em herdû jî kerengperrên axekê Ku welatê me hê jî mustemleke Hem jî xistine statuyek wisa ku Di xerîteya siyasiya cihanî de Da bi tu reng û awayî xuyan neke. Yanî, em bêjin Ha tu bûyî melîkeya Misrê, Ha ez goya qeyserê Roma rengîn Em xwe dixapînin bi tenê. Bi serê te rûmeta me nake bi pûlek, Heta ku mustemleke be welatê me û em tênekoşin li dij Em ne bi statuya kolan e jî Vê ji bîr meke!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rojen Barnas şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz