Di hembêza Firat û di paşila Dîclê de
çiyayên bilind hene;
navserên wan
Hêlînên eyloyan in: Eylo serbilind...
û warê
çêra berxikên me.
Di hembêza Firat û di paşila Dîclê de
Gelî hene; bi rêl in, bi kaş û bi rizde ne
Kûvî tê de digerin;
Kûvî ji mêj ve
Nêzenasê gir-rik û evîna me ne.
Di hembêza Firat û di paşila Dîclê de
Deşt;
ta çav ji çava biniqînin rast
Rast hene; tê de asik diçêrin,
Bê paxava ji benderihek
Hespên me yên beza tê de digerin.
Di hembêza Firat û di paşila Dîclê de
Milkek heye li raser esmanekî bêdawî
Li kadiza wî stêrkin hene
Navên wan ji beriya b` hezarên salan
Me danî
û ew
Bi delalî
Diçirisin.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Rojen Barnas şiirlerine dön