Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rojen Barnas

Rojen Barnas

2 görüntülenme 0 beğeni
Hespên me, Rabûn pêdarê Li bandeva şîrrîîîn... Ji pahnava Weka lehiya Adarê Li qûntarê dakişîn Herikîn, bi serûber şîrqîîîn bi nalan ket, çirûsk hilfirîn ji dewsên sima çirûskên zer û hêşîn Mîna brûskên di biharê û hespên me Li ber sîngên xwe Vereşandinên taristanî paşve Dibirin Dimaliştin taristaniyê Hela dikirin Binê kortalê. Hespên me beza, sergiran, xawêndar, şareza û di rêla da Mîna ba Diçûn Li rêl û deviya Mîna ba... Qumriyek stranek distra Li ser devê riya me Qumriyek Li ser kemê danî û stranek rist Li wê berwara Li pêş Silêmanî Pê re Qumriyan dest bi govendê kirin Govend dest pê kir bi Botanî Ciwanî li Diyarbekrê, li Hoselê. Li bandevên Agirî eyloyên serbilind û Li Mûnzira pîroz Masiyên sorîn Bihîstin Pêjnandin, çêstin û leyistin Li berê dîlanek Dîlan geş bû Dîlan fere bû qor bi qor Li ser piştên hespên sor çarmedor Dîlan dest pê kir Dîlan dest pê kir bi govendê şîrrîîîn bi zirnayê ket Gurmîn bi deholê Hesp Li ser neynokê sima Filitîn ji pêkolê û qor bi qor di govendê de kişîn. Hespên me çeleng lexgîr Lezgîn Ketin serê govendê Hespên me Di serê dîlanê de meşîn.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rojen Barnas şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz