Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rojen Barnas

Rojen Barnas

3 görüntülenme 0 beğeni
Li raserê Dîclê me Li ser birca Dingilhewa Berê min ber bi aliyê Sîpanê Xelatê Li berwarên Nemrûd Di ser Dîdeban de Li Deşta Rehwa Dilê min tingijiye ji derdan Dixwazim serpêhatiya xwe bêjim Lê nizanim çawa? Wê barê min sivik kira Mîr Evdal xan Xanê Bedlîsê Ku rabûna ji xewa. Bi sultanê osmanî re me peyman danî Bi bext, Bi qewl, Bi qerar ... "Emê destê xwe bidin ber barê hevûdu Wek ometa Mihemed Ku bibe pêsîrtengî li yê dî Emê li hewara hev herin Bi cîranî. Nexwe, Heryek ji me Li mala xwe. Bi sultanê osmanî re me peyman danî. Kî nanê me dixwe, bitir dibe Kî j` ava me vedixwe, çavsor... Hingî ew bitir bû, em lewaz Hingî ew bi hêz bû, em bê taqet man. Û wî Bext û qewl û qerar Ji bîra xwe ya şahane hilanî. Bi sultanê osmanî re me peyman danî. Peymana me bû dûpişk Bi me veda. Li raserê Dîclê me Li ser birca Dingilhewa Hewl didim xwe ku vebêjim Ka em çendî dilsaf in, sexik in Çima em zû têne xapandin û çawa. *Ji Milkê Evînê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rojen Barnas şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz