Dilê min deryayek bê ser û bê bin
Bêriyê hildike, xemê dijene
Şev lê geriyaye mîna Pisê Qes
Gêdûk û zeber in, lê balimçe ne.
Dilopek ji kanya xweziyê divê
Lêvên min î ziwa û çikçikandÎ
Ey ewrê barana xweziyê were
Hênik ke vî dilê dojeh lê çandî.
*Ji Milkê Evînê
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Rojen Barnas şiirlerine dön