Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rojen Barnas

Rojen Barnas

2 görüntülenme 0 beğeni
Bimeşe lo dilo! Bimeşe de lo! Riya me dirêj e û menzîla me dûr Hê me gelek hene hevraz û nişîf Hê gelek birrek û rizdeyên çiyê Wek asteng û asêgeh Hêêê û hê... Guh mede peqpeqokên j` kefa sabûnê Ku sed caran ji xwe mezintir xuyan Rengîn û biriqokî Li ber tavê. Guh mede zirrînên kerên korereng, Reyîna seyên mûçehebîn Û cendirmeyên bejik... Ku hê j` xwedî bêtir xwedîperest in Hin bi gestin Hin bi zîtik Wê bibirrin carbicar riya li ber me Me menzîl azadî û serxwebûn e Wekhevîsazî ye bi her awayî Ewle û bextewar her giyanber lê. Bimeşe lo dilo! Bimeşe de lo! Bi gavên ji sebrê, bi teql û tekûz Riya me dirêj e û menzîla me dûr. Kovara Nûbiharê, hj: ,

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rojen Barnas şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz