"Mala Cibo di zirnê de ji hevûdu fam dikin."
Gotineke Gelêrî
Mala Cibo ji hevdû
Di zirnê de fam dikirin,
Serwext dibûn ji libta
Çav û birû.
Em di ber hevûdu de qerimîn êdî.
Ev çendî zeman,
Ev çendî sal bi devkî û nivîskî
Lê havilkar in, ku hevûdu serwext bikin
Lê mixabin em;
-Ez û tu-
Ne ji gotina fesîh
Û ne jî ji beyana belîx
Fam dikin ji hevûdu.
Xuyan e, em ne ji Mala Cibo ne:
Mala Cibo zirnevan bûn,
Mala Cibo sergiha,
Mala Cibo însan bûn.
*Ji Milkê Evînê
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Rojen Barnas şiirlerine dön