Min milkek heye li wê deverê
Sekaniya evîn,û geşasoya xweziyan
Karîna jiyana min
Bi rik jê dizê.
Milkekî diherike û tê
Dastan e,ji xewnan vehonandî
Milkekî difûre,belê
Gewlaz e,ji axî û keserê
Ku hê ji „Qalûbela“
Tarîx e li enî û
Nûsîn e,libextê me.
Milkekî ji navserên li Munzir û Agirî
Serejêrî Xaniqînê dibe
Gava roj dibişire li Mahabadê
Qeresî digermijin ji kêfa
Li lodik û mesîlên li Efrînê
Li wan berwarên çiyayên Kurda.
Min milkekî heye ku lê
Her deq-qe
Perçeyek min
Tête kuştin
Di ber da
û jê
Her deq-qe perçeyek min
Ji nû ve dizê.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Rojen Barnas şiirlerine dön