Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rojen Barnas

Rojen Barnas

2 görüntülenme 0 beğeni
Bi tenê Periyên çavkaniyên Dîcle w Firatê Zanin dastana me bistrên. Serpêhatiya me bêjin Ji Bavê tarîxê şarezatir. Periyê çavkaniyên Dîcle w Firatê Ma bera qey perî ne!? .. Çavên wan ji terazinê Araratê Ku bi kerem biharê difûrîne Di gêdûka zivistanan Li jiyana me. Me xwe spart wan Wan bext dane me Tenê ew li me xayîn negeryan Ne, em dan destê cellad Ne, laşê me hiştin li ber keftara Û rûreşiya mezinahiya bi înkara me Li xwe nekirin. Em jî ne qelsemêr bûn ha! Me, jinemêr ji xwîna xwe ya sorgevez Gewlaz bi gewlaz gul afirand Û danî Ber taca Wan Navê yekê Serbestî ye Bejna wê zirav e, ji şaxa takrihanê Navê ya dî Serxwebûn e Lamên di hinarîkan Sorgul in di berfa zozanên Şerefdîna Di nîveka zivistanê. Gava têkoşerên ronahiyê dikevin govendê Ew di milê wan de Dikişînin serê dîlanê. *Ji Milkê Evînê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rojen Barnas şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz