Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Rojen Barnas

Rojen Barnas

22 views 0 likes
Ez mendalekî çar salî me, mamo! Ez mendalekî çar salî Li kolaneka Mehabada xopan mame Li kolaneka Mehabadê Kolanên Mehabadê xir û xalî Roj, Mîna kiloreka rûnî, ji genimê sorgul Ku di tendûrê de sorgizirî Di şebaka me de, li rojhilat li esman ji min re Wekî bişirandinên dayika min dibişirî û Ez nizanim çawa bû, mamo! çarşevek ket navbera me Mîna cubê îmam Xumeynî tarî çarşevek reşvegerî û Mîna tavanê teyrokê Agir barî ji balafiran bi diyarî ya sala mendalan li me. Ez mendalekî çar salî me, mamo! Di sala mendalên dinê de Ez mendalekî çar salî Li hewşê; pitik li ber dil, pitik li hembêz laşekî, Laşekî parî bi parî cenge cenge ji bombeyên mêtingehkarî Ew laş yê dayika min e. Ez mendalekî çar salî me, mamo! Ez mendalekî çar salî Ragihînin Dehakê virnî îmam Xumeynî Bêjnê: Te Mehabadê xopan kir, lê Li ser kavilê wê mendalekî çar salî Niha Bi avakirina Mehabadek nû, bilî Ez mendalekî çar salî me, mamo! Ez mendalekî çar salî Ez niha malokan çêdikim ji xwe re Ezê ji malokan ava kim Mehabadê Mehabadek ku Ji avahiyên xweydana min xemilî

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Rojen Barnas
🛒 0

Your Cart