Bêriya welat, di dilê min de
Bêriya welat, şişa sor kirî
Dil hilûvk e
Dil kezaxtî
Dilê ciwan
Pê dax kirî.
Bi şev û bi roj
Di xewnê, di xeyalê de
Pêşbira li pêş çav
Bizota livîna jiyanê ye
Di karêza çav
Pijak... pijak xemilî.
Ew e, herzinga ber mirinê
-Ku pêt bi pêt li hrnavan diçêre-
Bêriya welat, di dil de
Ev keser, ev xwezî hetanî gorrê lo lo xweyo!
Tirsim bimîne pê re.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Rojen Barnas şiirlerine dön