Li devê newalê bilbilek
Li ser şaxeke gulê berdestî sibê
Stra û stra û stra
Gul çi kir, nizanim...
Lê ji gundê me
Ne kes pê hesiya
Û ne jî kes
Li cendekê wî geriya
Bi "selatun xeyrun el-mînen newm"
Ya banga melê gund
Hacî Miheme, sofî Smaîl û xalê Mîrzo
Hêdî hêdî rabûn li êlamê çûn.
Ji xwe kes tune bû ku wan bigire di nav nivînan
Him kalemêr û hin jê jî bî bûn.
Em gişt rakirin ji xewa şîrîn,
Ji nav nivînên me yên germ
Û ji paşilên
Stiyên me yên "Rabîayên Bedewî"
Kereke kertik-qetayî, li bêdera jêrîn
Bi zîtik û zirîn.
Meyla her yekî bi awakî
Kula her kesî cihê:
Guhê hinan li melê
Yê hinan?!. ..
AxIeb, yê hinan li kerê.
Lê, bilbil?!. ..
Kî hay jê.
*Ji Milkê Evînê
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Rojen Barnas şiirlerine dön