-ji zarokên şehîdan re-
Hûn çi dixwazin zarûkno!
Hûn çi dixwazin ji min, bidme we
Lê
Min tişt nînin, mixabin
Ku
Ji mizdana bavê şêrîntir
Û xweştir bin
ji hezkirina dayikê.
We bihîst
De bivên hûn çi divên!
Ku we têr nekin
Tiştinê min
Li xweşa we ku neçin,
herwekî:
Bi qasî şîraniya di awirdanên bavê
Bi qasî nêzîkiya di pevçûna dayikê
Li min megirin,
Bibûrin li min,
Ne ji ber timahiya min e
Û ne jî ji ber çiknosiya ji heyînê.
Bibûrin li min zarûkno!
Bidin xatirê dê w bavê xwe
Ku b` xwîna xwe nivîsîn dastana têkoşînê.
De bivên hûn çi divên
Ez bi heyran
De bivên.
*Ji Milkê Evînê
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Rojen Barnas şiirlerine dön