Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rojen Barnas

Rojen Barnas

2 görüntülenme 0 beğeni
Hevdû nedinasîn rûbirû Bêî ku neyartiyek şexsî jî hebe Yên we û yên me di neqebek de Bi serî li hevdû qelibîn. Heyf herdû alî jî terr û ciwan Jiyanek dûrûdrêj ber bi pêşeroj Li ber wan hebû Ku We bihêla. Yên we pergalparêzên bi meaş Pergala ku ji tariya korahiya mirovîn Mafnenasî û sitemê Liserê me kiribû bela. Yên me wekhevîxwazên miftîbelaş Li pey serê hev digerîn ji xwe Li hev teqandin, li hevdû xistin Bi fermana general Yên we bûn şehîd Û yên me kuştî. Heyf! Gelek heyfl Ji meaşên xwe bûn şehîdên we Ji çekên xwe bûn yên me yên kuştî Yên we bi ayîn û merasim hatin veşartin Yên me wek tov ketin erdê, neşûştî. *Ji Milkê Evînê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rojen Barnas şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz