Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Rojen Barnas

Rojen Barnas

24 views 0 likes
Jinekê, Wek hejyana çiyayekî Hejiya di nivînê, Ji ber wê xewna dîtî. Rabû ser xwe, ku li çokên xwe xe Fedî kir ji xezûr û xesiyê. Jinekê, ku diya çend ber zarûkan Got, di ber xwe de: -"Hey la li min dêranê! ma jinebî mam? Bûm diya sêwiyan, wey Xwedê neke." Û li xwe fekirî Kerr lûvand û bi kelegirî Got: -"Hey geşahiya di çavên min de Ma nema hûn bibirisin ji niha pê va? Ma hûnê ji kê re biçirisin, Bişirînên min ên di dev û lêva? Bîbikên min ên ku dîtine Tenya bihara bîst, bîst û yekê Û biskên min ên şînboz Ku di nav serê min de ji niha va Ji Nûhê di nav Cizîrê gelek pîrtir Gelekî derdkêştir û westandî: Tirsa min ew e, Ku dabin vemartin çira hewe. " Wehe got û kir, jinek ji jinên Ku rê dipan Li riya çûnehatê bû Rêwingiyê wan. *Ji Milkê Evînê

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Rojen Barnas
🛒 0

Your Cart