Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rojen Barnas

Rojen Barnas

2 görüntülenme 0 beğeni
Du par ji şevê çûbû, ew şev Benderih di xewnên kûr de. Masî nedilivîn di golê Şirrîna çiravan westandî Û gul û giya Kerr û lal. Diyekê hilpetikî ji xewnê Deng lê çikandî, Qîrîn di gewriyê de fetisandî ma. Eşheda xwe anî bi çav û bicû. Li ser "pêxemberê axirê dewrê" Fatîhayek, sê "Qulhû Wellah" Û şikevayek di riya Xwedê ... Kire gazî: Da rêwingiyê wê vê carê jî Bi xweşî bi ser de bê. Kizîn ji kezebê çû, Lûvand di ber xwe de: -"Rêwingiyê min li rê ye, vê şevê Nizanim gelo Dê bigihîje menzîl û meqsedê?" Du par ji şevê çûbû, ew şev Diyekê hilpetikî ji xewnê Dayikek xewnek dîtibû Çi xewn bû ew, belê?... *Ji Milkê Evînê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rojen Barnas şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz