Rê dikişî, dihat ji Hindê Çînê
Rê bi kaş û hevraz, rast û serejêr
Karwanê hevrîşm û biharatê bûn
Ku text welgerandin, tacan berejêr.
Ma doza Îskender çi bû li Dara,
Mebesta Cengiz û Tîmûr ma çi bû?
Ku ne talan û tajan bû gelo
Xalid ibnî Welîd çima hatibû?
Rê dikişin diçin çar alyê dinê
Petrol û hesin û kromê dibin
Li gerewê kuştin, dilî û zindan
Ku nejdî û rêbir li me dizvêrin.
*Ji Milkê Evînê
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Rojen Barnas şiirlerine dön