Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rojen Barnas

Rojen Barnas

2 görüntülenme 0 beğeni
Tirkîn ji dilê min çû, dîsa Rawestî hilma min bi kêlîkek Giraniyek venişt li ser dilê min Guhê min bi xewt Li ringîna derî Çingîna telefonê Meazellah Guhê min li ser hisa. Ev çi bela ye, ku tê gerîm Qeder e, an bext e, nizanim Saetek şêst deqe ye, lê tu Di her salîseyê de li bîra min Û di her salîseyê de bi awakî di Hişê min, fikra min li hev dixî Jiyanê li ber min dikî cehennem. Guhê min bi ser te de xwarkirî Bi xewt digere zembereka dil Ha te dî qurifî, şikî, rawestî Ji tirsa bihîstina nûçeyek nexweş Ha te dî ji tirsa tirsê rojekê Sekinî û bû glokek hestî. Tê bibêjî gelo? "Ox-xweş!..." Nizanim. Tê çi bêjî, tu zanî. Lê, Tirkîn ji dilê min çû, dîsa Û meazellah Guhê min li ser hisa. *Ji Milkê Evînê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rojen Barnas şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz