Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rojen Barnas

Rojen Barnas

2 görüntülenme 0 beğeni
Halan di xwe dida Efrûtê tirsê Bi gefa mirinê êrîş dikir Bi sawê, bi qurfê, bi bêhêviyê Geremol û hêwirzeke wisa radikir Ku cîhanê tanî ada-emanê. Têkoşerê rizgariyê Dest kir tînika tariyê Gewriyê li Efrûtê tirsê şidand Û gotê: -"Pûç e, ey tirs gef û daxwaza te pûç e! Di rêzika têkoşînê de Alaya erkê Nakeve erdê Welew serê têkoşer tê de biçe. Ku em ne xwediyê welatê xwe bin Ku em ne aza bin li ser axa xwe Jiyana drêj Bi min hîç e" Alaya erkê Neket erdê. Lê, Dîsa şemitî stêrkek ji esmanê me. Têkoşerekî Mîna şêrekî, gurmist Qutifand li hevûdu mirinê Mîna pêldayina serawayek Ji milkê evînê Ji hevalan veqetî Çû civata nemirdan Rûnişt di civînê. *Ji Milkê Evînê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rojen Barnas şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz