Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rojen Barnas

Rojen Barnas

2 görüntülenme 0 beğeni
Tîrêj dadihatin ji esman Li ser baskên periyên Dîcle w Firatê Min sisiya jê fesiland. Sê tîrêj, sê kevokên çîk spî Sê şêrên berxwedan û hedarê Sê şêr derî bi derî geriyan Derî bi derî Diçûn tewafa çavên zarûkan Çavên wan ên geş ji liba tirî. Zarûk ku Deng, Hêvî, Pêşeroj Û çirayên me yên veketî Di taristanan Sê şêr peya bûn vê sibê Sê şêr derî bi derî geriyan Sê şêr derî bi derî Li Diyarbekirê. Li Diyarbekirê taxa Şeqlawa Li Diyarbekirê taxa Efrînê Li Diyarbekirê taxa Pawehê Li Diyarbekirê Diyarbekirî. Gul di hinarîkan de sorexazî Roj di bîbikan de dilopa hingiv Di neynika riyê wî yê hirî Wijdanê netewayek: Ji kefa avê paqijtir Çîkspî diçilwilî. Siwarê hespekî belekberfîn Şêx Seîd bi zarûkan şa dibû Ji devê milyonan radmîsa eniya wan Xweziya xwe Bi zarûtiya wan dianî Û misêwa Mîna qerenfîla di gulana Sor dibû Geş dibû Dibişirî. Ji eylo dûrbêna difesiland Ji piling lexgîrtir Ji kewê sivik Seyd Rîza dersên bizavê dida Bi destên xwe yên pîroz û nazik. Çetik di mil de derî bi derî şêrekî alfabe dida zarûkan Diyariya Rojê; ronahî, raman Pêşewa yê min Qazî Muhemed Zanînê belav dikir. Digot: "Nabe, bi vî awayî nabe Zarûkên me Dê çawa bijîn bê alfabe? Dê çawa bijî berxwedarî Dê çawa bijî serfiraz-jiyan Mirov ku bi zimanê xwe ne xwenda be." Hêwirîn zarûk li Deriyê Çiyê Herikîn zarûk ji çar kenarî Li ciyê Şêx Seîd şehîd ketibû Tîrêja Çarçirayê milmilandin Strana çar stêrkan gêran b` xweziyê *Ji Milkê Evînê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rojen Barnas şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz