Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Rojen Barnas

Rojen Barnas

19 views 0 likes
Bi stran û bi dîlan wer dîwanê rasterast Ew in bizota mayin û jiyanê rasterast Li benda te rê dipêm ku du mijûlî bikin Bi rêkûpêk bi edeb bi erkanê rasterast Periyên Dîcle w Firat rastûçep reqsê dikin Wilo divê reqsa wan ne b` vê manê rasterast: Ku em jî fetl û çiva bidin ber xwe, negihên Tu armanc û qûnax û tu ramanê rasterast Ku em xwe wekhevê hev bibînin û dest pê kin Dê nemîne tu asteng li meydanê rasterast Ne tenha gul û beybûn an sosin û binefş e Divê her gul, gulçîçek li bûstanê rasterast Bişên bijîn û vebin, bê xeter û serfiraz Mebest ev in ji jîna li cîhanê rasterast *Ji Milkê Evînê

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Rojen Barnas
🛒 0

Your Cart