-ji dayikan re-
Me hinarê bi serbilindî xwar, di zîndanê
Bi evîn û sergermiya Mem û Zîn
Şêx Seîd, Seyd Riza, Qazî Miheme
Xwençeyê dîlanê şandine bo me
Li Kadiza Serbilinda emê bicivin.
-ji bermaliyê re-
Em ji axê hatin, dizvirin axê
Periya evînê wisa ferman kir
Li milkê evînê erka dildaran
Rêça Zerîfe ye, li rex Elîşêr
-ji hevalan re-
Alaya me
Ya têkoşînê
Sparî hewe...
Dahatûya zarokan e, lê neqişandî
Paçê wê ji dîbayê serbestiyê
Bratî, wekhevî û serbilindî
Ayatê pîroz in, ku lê kişandî.
Me ew ji dest nexist heta mirinê
Me serê we serbejêr nekir
Bi rûreşiya jihevketinê
Ev alaya ha
Sparî hewe.
Nekeve ha!
*Ji Milkê Evînê
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Rojen Barnas şiirlerine dön