Ji bagera tesadufê, ji çi moranê
Di geremola gêtî de nebixêr
Ji qul û bexşikên taristanê
paşayek derket.
Paşayekî osmanî li Konstantîniye
Çendî sal dersên ruvîtiyê xwendî
Û enî lê
ji çûna secdeya ber piyên Sultan
Bi awakî pendî
dûz biye
Ji ava Elbatê vexwarî
Û bi birincê Qerejdaxê gewz biye.
Paşayekî osmanî ferman deranî
Paşayekî ku ji xwe pê ve kes-nenas
Ji pêşiya xwe sil
Ji bûrî nexweş
Bi fırçeyeke fereh û stûr
Boyaxa reş
Kêşa ser tarîxê û rabirdû.
Pirtika ji peymana di navbera me
Ku mabû
Ew jî li ber lehiya wî çû.
"Qapiqûlû" û "dewşirme"
Zû
Talûkê eyişandin
Maliştin tarîxa heyî
Tarîxê ji "Wî" û jê pê ve dan meşandin.
Paşayekî reng padişah ferman deranî
Navê me, mafê me, yê welatê me
Qedexe kir,
Bi derbekê hilanî.
Lê nezanî ku emê
Nebêjin erê.
*Ji Milkê Evînê
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Rojen Barnas şiirlerine dön