Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rojen Barnas

Rojen Barnas

2 görüntülenme 0 beğeni
-Ji Yilmaz Guney re- Niha ne wextê mirinê ye. Çavê milyonan li te! Niha ne wextê şînkirinê ye, Dengê milyonan bibe xwe Rabe, Bi kerem Çavê xwe veke. Niha ne wextê mirinê ye Destê me li kar sar meke! Bar meke ewrên di çavên me li taviyê Keserê li dilê me siwar meke! Niha ne wextê mirinê ye. Niha wextê kar Wextê dîkik Li ser qapsûnê barkirinê ye. Û niha çaxê Bi kefteleftê, xewnan Li dijminan jar, Mora li ser bextê me y` bi reş Tarûmar kirinê ye. Nexweş derman, Dergistî dîlan, Zarûk li ber dîwaran Nan dipên, Payina wan divê bighê menzîlê Gihîştina menzîlê tu zanî Karê pê bi pê Û yê Hin bi hinê ye. Divê em bibişkêfin hişkegirêka Li ser qedera me ya reş a ji tewekulê Divê em der bikin vê kulê Vê birîna kêmgirtî û genî Ya ezîtiyê. Me destana emîtî û pêkveyiyê Li dara xistibû Lê ew niha Li hêviya li xwe destbirinê ye. Nabe ku nîvcû bimîne destana me Ji gulên curbecur baxçê dîtinê Bêpar bimîne Û fikr û raman Stewr bimînin ji rengên dinê Niha ne wextê mirinê ye Çavên milyonan li te Ji te ronahî divên Niha wextê hêviya wan geşkirinê ye. *Ji Milkê Evînê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rojen Barnas şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz