Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rojen Barnas

Rojen Barnas

2 görüntülenme 0 beğeni
-ji Mihemed Eliyê mutrib re- Mixabin Mihemed Elî, Wekî ku tu zînê xwe li bizinê kî; Tu bi lez mirî, û çûy ji nav me Bêy ku tu me hînî zirnê kî. Li dengê zirna te ya zer; Kal û xort, Mêr û jin, Bajarek dihêwirî seranser Gava ku Li dengê şêx çend sofî, Li dengê axê çend xulam, Li dengê siyasiyan çend riwal Bi erêna xwe dikişandin. Xwe ne diêşandin Nedihatin li dengê min, ku: Mirîşk çav bi lext, Ker çav bi giya, Se çav bi hestî Û yar çav bi diyariya neketa di destê min. Ev çi mezinahî bû bi te re? Ev çi jîrîtî bû, çi şarezayî? Em nikarin du kesan bînin cem hev Te bajarek digihand hev bi hêsayî. Ka bêje Mihemed Elî, Tu bi helawa çarşiyê û nanê firnê kî! Malmîrato ma ne şerm bû tu mirî? Bêy ku tu me jî hînî zirnê kî. *Ji Milkê Evînê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rojen Barnas şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz