Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Qasimê Xelîlî & Mehmet Hacioglu

Qasimê Xelîlî, Mehmet Hacioglu

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey yarê guh nede Memo Li vî dil î sultan î tu Textê dil yê te ye fermo Zîna min rûh û can î tu ( Qaso ) Zîn tu zanî em yê hev in Şehsuwarê xewnê hev in Qaso d`raçîne reştevin Ger guh bidyî xusran î tu ( Mem ) Ezgoriyê ez wek pero Dil radixim bo te hero Bêje Memo xwelîlsero Wek Bekoyê Ewan î tu ( Qaso ) Textê dil min kir bo te lîs Wer lê rûne dildara sîs Ji davên Qasoyê herîs Sund dixwum bê goman î tu ( Mem ) Mem daye ber fê`l û fena Rindê ji wî re bêje na Qaso xelat e j`Rebbena Lew laş im ez rewan î tu ( Qaso ) Qaso d`rêje peyvên qirêj Ey nazika rûgelavêj Em dildarê kevn û ji mêj Gewram di dil buryan î tu ( Mem ) Yar bêje Mem ez gewher im Mercan im hem zêrê zer im Ji gotinên te re kerr im Lew Qaso durr, arzan î tu ( Qaso ) Yar bê Qaso xêrnexwazo Ez qumrî me û tu qazo Xemkêşê min şibhê bazo Ji vîn û eşq çi zanî tu ( Mem ) Bêje bazo bazde here Bifire qet venegere Bes in şi`rên Qaso j`me re Pepûk ne helbestvan î tu ( Qaso ) Zîn bê Qaso ev çi rik e ? Tu qalik î Mem dendik e Şa`irê min ne hindik e Ew agir be , dûxan î tu ( Mem ) 27.10.2017 Dîlok, Stembol

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Qasimê Xelîlî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz