Êdî nanvîsim helbest
Ya bişkînim qelem e
Tasa jehrê hilda dest
Bi mirinê qane me
Nema ev birîn kew tê
Êcar sebra dil hew tê
Dê felat bim bi mewtê
Ji ber ku bêçare me
Xwedyê işqa ez feda Çi
xwestiye w min neda Hêj
Bê deng e ya Xweda !
Şûbhê put û senem e
Bêdengiya vê gulê
Şil kir çavê bilbil lê
Hingî libê filfilê
Çand va li dil kelem e
Hezna wê mislê behra
Fetisandim ji qehra
Wek Mecnûnê di sehra
Belav û dîwane me
Bes min ji vê şerbetê
Ma b`noşim heta hetê ?
Ka rakim qiyametê
Îşev celadê xwe me
( Li ser xeyidîna lawê min )
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mehmet Hacioglu şiirlerine dön